Rêjîma Sûriyê gefê li Amerîka dixwe

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad ragihand: "Heger Amerîka hêzên xwe ji Sûriyê nekişîne, Emê serederiyê wek hêzeke dijber li gel wê bikin." Got jî: "Çi aliyê ku bixwaze şerê terorê bike, bila hevrêziyê li gel Şamê bike."

Miqdad ji kenaleke nêzêkî rejîma Sûriyê re got, hêzên Amerîka jêrxana Sûriyê wêran kiriye û karên wê tenê di berjewendiya terorê de ne û divê Amerîka ji Sûriyê derkeve, yan jî ewê wek hêzeke dijber serederiyê ligel bikin û ji niha û pêve hebûna her hêzeke biyanî li Sûriyê nayê qebûlkirin.

Navhatî zelal kir, çekdarên DAIŞê bi alîkariya hêzên Amerîka gihiştine Dêrezorê û dema ku Amerîka êrîşî hêzên Sûriyê li ser çiyayê El-Serde kir, wê demê  çekdarên DAIŞê gihiştin deverê û firokxane dorpêç kirin.