Helbestvanê Kurd Xelîl Sasonî koça dawî kir
K24 – Qamişlo
Helbestvanê Kurd Xelîl Sasonî ya ku helbesta klasîk dinivîsand, piştî demeke dirêj ji nexweşiya penceşêrê li Batmana Bakurê Kurdistanê koça dawî kir. Xelîl Sasonî di sala 1944an ji dayik bûye, ji Rojavayê Kurdistanê ye û ji ber dermankirina nexweşiyê ji bajarê Qamişlo derket û li bajarê Batmanê di 3 meha Berçile de koça dawî kir û li wê derê bi axê hate spartin.