Amerîka û Tirkiyê manoran li Minbicê destpê dikin

Fermandarê Serkirdatiya Navendî ya Hêzên Amerîkî Joseph Votel ragihand, ku di çend rojên dahatî de, ewê li gel Tirkiyê dest bi gerên çavdêriyê li Minbicê bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Fermandarê Serkirdatiya Navendî ya Hêzên Amerîkî Joseph Votel ragihand, ku di çend rojên dahatî de, ewê li gel Tirkiyê dest bi gerên çavdêriyê li Minbicê bikin.

Joseph Votel diyar kir, ku rahênanên serbazan berdewam in û di demên pêş de, wê gerên hevbeş di navbera wan û Tirkiyê de, li Minbicê destpê bikin.

Bi gotina Votel: Yekîneyên beşdar di wan geran de, wê endamên parastinê bin û di çend rojên bê de, wê gerên çavdêriyê destpê bikin.

Got jî: Gerên me yên çavdêriyê wê aramyê ji navçeyê re peyda bikin û niha Minbic aram e û em dixwazin destkeftên xwe berfireh bikin.

N.O