Pêwendiya telefonî ya Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Amerîka

K24 – Navenda Nûçeyan

Li peywendiyeke telefoniya di navbera Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derveyê Amerîka de peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda û pirsa referandûmê hate guftûgokirin.
Êvariya roja pênçşem 10.08.2017 birêz Rex Tillerson Wezîrê Derveyê Amerîka li rêya telefonê ve peywendî bi birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê re kir.
Li vê peywendiya telefoniyê da Wezîrê Derveyê Amerîka destxweşiyê li hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir li têkşikandina terorîstên Da'îş û pîrozbahiyê li serkeftinên Pêşmerge kir û heman demî de serxweşiyê li malbat û kesukarên wan Pêşmergeyan kir ku li şerê dijî terorîstan da canê xwe gorî kirine û şehîd bûne.
Li beşekî dinê vê peywendiyê da Wezîrê Derveyê Amerîka destxweşiyê li Serok Barzanî û serkirdayetiya siyasiya Kurdistanê kir ji bo biryara pêkanîn û şandina şanda bilinda Herêma Kurdistanê bo Bexda bi mebesta danustandina li ser pirsên siyasî û her wiha eve jî ragihand ku li gor wî başe ku referandûm li Herêma Kurdistanê bê paşxistin û piştgîriya xwe jî ji bo diyalog û danustandina di navbera Hewlêr û Bexda dûpat kir.
Li beranber da Serok Barzanî spasî Wezîrê Derveyê Amerîkayê kir û her wiha pêzanînên xwe hebû ji bo wê hevkarî û yarmetîdana ku Amerîka li şerê dijî terorîstên Da'îş de pêşkêşî hêzên Pêşmerge kiriye. Her wiha tekez jî li wê yekê kir ku demeke nêzîk de şanda bilinda Herêma Kurdistanê serdana Bexda dike ji bo guftûgokirina li ser wan pirsên peywestin bi paşaroja peywendiya di navbera Kurdistan û Bexda.
Di derbarê daxwaza paşxistina referandûmê Serok Barzanî bi Wezîrê Derveyê Amerîka ragihand ku ew pêkvejiyana Kurdistanê li berê û li qonaxên cûr bi cûr li gel dewleta Iraqê hewl bo dida nehate bi cîhkirin. Her ji bo wê yekê jî gelê Kurdistanê biryar da rêyeke din bigre ber xwe. Serok Barzanî eve jî ji bo Wezîrê Derveyê Amerîka xisterû ku pirsiyar eweye li beranber paşxistina referandûmê çi zemanetek û çi bedîlêk heye ji bo paşaroj û diyarkirina çarenivîsa gelê Kurdistanê?
Her li vê peywendiya telefoniyê da her dû alî biryar dan ku li hemû hengav û pêşhatên siyasiyên paşarojê de hevkar û hemaheng û li peywendiya berdewam da bin.