Zaxarova: Hîn zelal nebûye wê kîjan aliyê Kurdî beşdarî Sochi bibe

Maria Zaxarova di bersiva xwe de li ser pirseke Kurdistan24ê got: Hîn diyar nebûye, gelo wê tevahiya partiyên Kurdî bên vexwendin yan na.

K24 - Navenda Nûçeyan

Peyvdara wezareta derve ya Rûsya Maria Zaxarova ragihand, Mosko çalakane kar ji bo amadekariyên kongirê Sochi dike û hîn ne xuya ye wî kîjan aliyê Kurdî beşdarî wî kongirî bibe.

Maria Zaxarova di bersiva xwe de li ser pirseke Kurdistan24ê got: Hîn diyar nebûye, gelo wê tevahiya partiyên Kurdî bên vexwendin yan na.

Peyvdara wezareta derve ya Rûsya Maria Zaxarova-Wêne: K24-12/1/2018
Peyvdara wezareta derve ya Rûsya Maria Zaxarova-Wêne: K24-12/1/2018

Piştî ku hersê welatên gerentîkar (Rûsya, Îran, Turkya) heştemîn civîn li Astana encam dan, biryar hat stendin ku dawiya vê mehê, rojên 29 û 30ê Çille 2018, li bajarê Sochi kongirê Diyaloga Niştimanî Sûrî bê lidarxistin.

Peyvdara wezareta derve ya Rûsya Maria Zaxarova-Wêne: K24-12/1/2018
Peyvdara wezareta derve ya Rûsya Maria Zaxarova-Wêne: K24-12/1/2018

Derbarê vexwendina nûnerên Kurdan ji bo wî kongirî, Tirkiyê li ser vexwendina PYD nerazî ye û dide xuyakirin ku ew qebûl nakin PYD amade bibe û didin xuyakirin ku PYD ser bi PKK ve ye, lewra ew PYD û kesatiyên ser bi wê ve qebûl nake, lê beramberî wê yekê qebûl dike nûnerên Kurdan amade bibin bi mercê ku pêwendiyên wan bi PYDê re tine bin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/200cc36a-9a60-410a-88d5-f4645f39222d/011218CAA.ism/manifest