“Tevî derfetên pêşketinê bêhtir bûne, asta helbestê nizm dibe”

Li bajarê Qamişlo 22emîn Festîvala Helbesta Kurdî bi rê ve çû, tê de helbestvan ji seranserî bajarên Rojavayê Kurdistanê beşdar bûn. Nivîskarên beşdar dibînin ku asta helbesta Kurdî bi şûn ve vedigere, komîta amadekar jî doza guhertina awayê lidarxistina festîvalê dikin.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Li bajarê Qamişlo 22emîn Festîvala Helbesta Kurdî bi rê ve çû, tê de helbestvan ji seranserî bajarên Rojavayê Kurdistanê beşdar bûn. Nivîskarên beşdar dibînin ku asta helbesta Kurdî bi şûn ve vedigere, komîta amadekar jî doza guhertina awayê lidarxistina festîvalê dikin.

Bi beşdarbûna nêzîkî 35 helbestvanî, 22'mîn Festîvala Helbesta Kurdî li bajarê Qamişlo bi rê ve çû, di festîvalê de helbestên kilasîk û nûjen hatin xwendin, lê hin nivîskar dibînin ku tevî zêdebûna beşdaran, lê sal bi sal asta helbesta Kurdî bi şûn ve vedigere û ti pêşketin pê re çê nabe. Nivîskarên Kurd tekez dikin jî ku xwendina helbestê di festîvalê de bê pîvan tê kirin, loma helbestên bê ast bi helbestên ast bilind re têne xwendin.

Li ser astên helbestên di festîvalê de hatine xwendin de, nivîskar Konê Reş ji K24ê re wiha axivî: “Çêja helbestê ya berê nemaye. Gelek helbest têne xwendin, lê mixabin ez ruhê helbestê di wan nabînim, ev jî vedigere kesên xwe dikin helbestvan naxwînin, herwiha vedigere asta zanîna wî.”   
Endamên Komîta Amadekar ji aliyê xwe ve li ser paşveçûna asta helbesta Kurdî erê dikin, û didin zanîn ku bi heman pîvanê her sal festîvala helbestê bi rê ve diçe loma tu pêşketin nakeve şêwê birêvebirina festîvalê de. Rêveberên festîvalê didin zanîn jî ku pêwîst e awayên lidarxistina festîvalê bêne guhertin, di destpêkê de jî divê festîval ne tenê rojekê bi rê ve here.

Endamê komîta amadekar Dildar Aştî got: “Ev destkeft û derfetên ku ji helbestvanan re vebûye, ku em jê sûdê werbigirin, lê me ti sûde jê wernegirtiye. Di baweriya min de, di salên bê de em gihan qonaxeke din a di warê siyasî û çandî de, em karibin mîkanîzma birêvebirina festîvalê bipêş bixînin.”

Di sala a1993'ê Festîvala Helbesta Kurdî li Sûriyê dest pê kir û ku bi awayekî veşartî û dûrî bajaran ji bo sedemên ewlehî dihatin lidarxistin. Di salên dawiyê de jî bi awayekî aşkere di holên fermî de bi rê ve diçe, lê kesên beşdar dibînin ku di dema çalakiyên veşartî de helbesta Kurdî pêşketîtir bû, tevî ku di rewşa niha de derfetên pêşketinê bêhtir in.