Almanya: Eger heye şerê Efrînê encamên metirsîdar li pey xwe bîne

Rûsya: Em bi hişyarî çavdêriya rewşa Efrînê dikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê Almanya Sigmar Gabriel ragihand, ku welatê wî ji nêzîk ve pêşveçûnên li bakurê Sûriyê dişopîne û got: "Dibe ku rûbrûbûna serbazî di nav Tirkiyê û Kurdan de, metirsiyên mezin li pey xwe bîne, ku kes nikaribe encamên wan metirsiyan nas bike".

Artêşa Tirkiyê ev du roj in dest bi operasyona xwe ya li dijî Efrînê kirye, hevdem li gel destpêka êrîşê, artêşa Rûsya 170 serbazên xwe ji navçeyê kişand û wezareta derve ya wî welatî ragihand, ku wan ew serbaz kişandine ji bo parastina jiyana wan û Mosko bi hişyarî çavdêriya rewşa Efrînê dike.