Herêma Kurdistanê lîsta mûçexuran paqij dike

Tevgera Goran: Ew pirojebiryar di berjewendiya hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye û ew kesên du mûçeyan werdigrin yan jî bi navên wehmî mûçeyan werdigirin wê ji lîstê bên derxistin

K24 - Navenda Nûçeyan

30 Perlemanterên Kurdistanê pirojebiryarek ji bo çaksaziyê di lîsta mûçexurên Herêma Kurdistanê de amade kirine û radestî desteya serokatiya perleman kirine.

Li ser vê pirsê, serokê firakisyona Tevgera Goran dibêje, ew pirojebiryar di berjewendiya hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye û ew kesên du mûçeyan werdigrin yan jî bi navên wehmî mûçeyan werdigirin, wê ji lîsta mûçexuran bên derxistin û mûçe ji ser wan bê birrîn.

Ji aliyê xwe ve, endamekî komîta diravî di Perlemana Kurdistanê de ragihand, ku berî niha jî hikûmeta Herêma Kurdistan gavên hevşêwaz avêtine, bi taybet di sîstema bayometrî de ku heman armanc jê re heye.