YPG otombîleke leşkerî li teqand: 7 kuştî

YPG otombîleke leşkerî ya artêşa Tirkiyê li navçeya Şiyê teqand, di encamê de 7 leşkerên Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê hatin kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) otombîleke leşkerî ya artêşa Tirkiyê li navçeya Şiyê teqand, di encamê de 7 leşkerên Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê hatin kuştin.

YPGê ragihand, otombîleke leşkerî ya artêşa Tirkiyê li gundê Xelîl Gulko yê navçeya Şiyê bi mûşkekê ji aliyê YPGê ve hat armanckirin û di encamê de 7 leşker û çekdar hatin kuştin.

Her îro, li gor Navenda Ragihandinê ya HSDê, ku îro di şer û pevçûnên di navbera şervanên HSD, YPG, YPJê û artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê de herî kêm 17 leşker û çekdaran ve hatine kuştin.