Parlemantoya Iraqê tevgera hêzên Amerîka guftûgo dike

Parlemantoya Iraqê bernameya karê civîna îro belav kir û yek ji karên wê, guftûgokirina tevgera hêzên Amerîka li Iraqê ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlemantoya Iraqê bernameya karê civîna îro belav kir û yek ji karên wê, guftûgokirina tevgera hêzên Amerîka li Iraqê ye.

Biryar e îro Parlemantoya Iraqê demjimêr 13:00 bicive û çend projeyasa û babetan guftûgo bike, yek ji karên wê, guftûgokirina destêwerdan û binpêkirinên Amerîka li Iraqê ye.

Hevdem jî, hejmarek ji parlemanterên her du hevpeymaniyên Fetih û Saîrûn dixwazin behsa yasaya derkirina hêzên biyanî ji Iraqê di civîna îro de bikin.

Ev di demekê de, di çend rojên bûrî de Wezareta Bergîriyê ya Amerîka bi biryareke nû derkir û daxwaz ji karmendên wê Amerîkî yên li Konsolxaneya Hewlêrê û Balyozaxaneya Bexdayê yên pêwîstî bi mana wan nîn e, ji Iraqê derkevin û vegerin Amerîka.

 

S. B