Amerîka hêza xwe li Minbic zêde kir

Amerika 300 serbaz ligel gelek alavên serbazî yên pêşkeftî derbasî devera Minbicê kirin e

K24 – Navenda Nûçeyan

 

Ajansa Anadolu ragihand ku, îro Amerika 300 serbaz ligel gelek alavên serbazî yên pêşkeftî derbasî devera Minbicê kirin e.

Ligor jêderên deverê ev hêz bi taybetî li nêzîkî Çemê Sacûr û gundê Zubul Beyn hatiye bicîhkirin.

Ev helkefta Amerika piştî daxûyaniya Serokê Amerika Donald Trump tê.

Medyaya Tirkiye ji aliyê xwe ve diyar dike ku, ev pêngava Amerika ji alî berpirsên Tirkiye ve bi dilgiranî hatiye pêşwazî kirin.

 

C.B