Kurdistan Li Hingarya konferanseke navdewletî bo jenosida gelê Kurd

Li Hingarya konferanseke navdewletî bo jenosida gelê Kurd
Konferanseke taybet bi jenosida gelê Kurd / Budapest 19 Nîsana 2017

K24 – Budapest

Li Budapest baytexta Hingaryayê konferanseke taybet bi jenosida gelê Kurd, Ermen û Cihûyan bi rê ve diçe.

Peyamnêrê K24ê li Budapest ragihand, konferansa taybet bi jenosida gelê Kurd, Ermen û Cihûyan îro dest pê kir û 3 rojan berdewam dike. Akademesyen û rewşenbîrên welatên cîhanê yên di warê jenosidê de kar dikin, bi taybet ewên ku lêkolîn li ser pirsa Kurd kirine û şarezayî dîroka Kurd in tê de beşdar in.

Di konferansê de hewl tê dayîn ku jenosida gelê Kurd li ser asta navdewletî were çespandin.

Peyamnêrê K24ê amaje bi hin kompanyayên taybet yên Kurdistan û Ewropa kir, ku sponseriya darayî bo vê konferansê dikin.

Herwiha di konferansê de behsa jenosida Ermen û Cihûyan tê kirin û şandeke zanîngeha Selahedîn ya Herêma Kurdistanê beşdarî konferasê bûye û çendîn lêkolîn derbarê nasandina jenosida Kurd li ser asta navdewletî pêşkêş dike.