Heşda Şeibî 3 Pêşmerge desteser kirin

Çekdarên Heşda Şeibî li sînorê Başîk 3 Pêşmergeyên Kurdistanê desteser kirin. Niha jî pêwendî hene bo azadkirina wan her sê Pêşmergeyan.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Çekdarên Heşda Şeibî li sînorê Başîk 3 Pêşmergeyên Kurdistanê desteser kirin. Niha jî pêwendî hene bo azadkirina wan her sê Pêşmergeyan.

Fermandarê Fermandeya Sefîn ya hêza Pêşmerge li mihwerê Başîk Lîwa Helgurd Xidir, nûçeya desteserkirina 3 Pêşmergeyan ji K24ê piştrast kir û aşkere kir, ji ber nebûna hevahengî di navbera wan Pêşmergeyan û çekdarên Heşda Şeibî ve, ew Pêşmerge hatin desteserkirin.

Lîwa Helgurd aşkere kir jî, komîteyeke hevahengiyê di navbera Pêşmerge û çekdarên Heşda Şeibî di pêwendiyan de berdewam in, bo çareserkirina wê pirsgirêkê û azadkirina wan Pêşmergeyan.

Li deştê Neynewa nêzîkî 2 hezar çekdarên Heşda Şeibî hene û sengerên wan dora sed metroyî ji hêzên Pêşmere nêzîk in.