Li Efrînê 2 welatiyên Kurd hatin revandin

Li Efrînê, Polîsa Navçeya Şera ya ser bi artêşa Tirkiyê ve du welatiyên Kurd ji gundê Bêlê binçav kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Efrînê, Polîsa Navçeya Şera ya ser bi artêşa Tirkiyê ve du welatiyên Kurd ji gundê Bêlê binçav kirin.

Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê belav kir, polîsê navçeya Şera avêtin ser gundê Bêlê yê ser bi nahiya Bilbilê û bê zanîna sedema girtinê her yek ji Ristem Mihemed  Mistefa û Dara Omer Hesen binçav kirin.

Da zanîn jî, polîsan ew herdu welatiyên Kurd ber bi navenda xwe ya li navçeya Şeranê ve birin. li zanyariyên Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê, ew navend  girtiyên xwe eşkence dike û bi darê zorê îfadeyên nerast ji girtiyan distîne.

Piştî dagîrkirina Efrînê di 18ê Adara 2018an de, “Polîsa Azad” a ku li Mersîna Tirkiyê hatiye perwerdekirin ji meha Gulana 2018an ve li Efrînê di bin sereperiştiya Waliyê Tirk ê li Efrînê de kar dike.

 

S. B