Peyvdarê AK Partî: Kiliçdaroglu dixwaze Tirkiyê bi doza Reza Zarab mijûl bike

Peyvdarê AK Partî Mahîr Unal da xuyakirin, belgeyên ku Kemal Kiliçdaroglu nîşan dane, di rojeva siyaseta wan de nîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê AK Partî Mahîr Unal da xuyakirin, belgeyên ku Kemal Kiliçdaroglu nîşan dane, di rojeva siyaseta wan de nîne.

Mahîr Unal, piştî civîna Desteya Rêveberiya AK Partiyê axivî û got, rojevên pir girîng yên Tirkiyê hene, lê CHP her tim bi derew û tometan dixwaze rojevê biguherîne.

Unal da xuyakirin, bi mikurhatinên Telal Silo diyar dibe, ku li herêmê çi tê kirin, lê dixwazin Tirkiye bi doza Reza Zarab mijûl bikin û da xuyakarin, hikûmet li ser projeyên parastin û geşekirina Tirkiyê radiweste, lê CHP bi dozên derve dixwaze balê bikşîne ser kêşeyên Tirkiyê.

Kemal Kiliçdaroglu, Serokê Giştî yê CHPê îdîakiribû, kesûkarên Serokomar pereyên xwe şandine derveyî Tirkiyê û ji wê derê bi mîlyon dolaran pere bo wan hatine.