HSD komgeheke çekan a DAIŞê li Hecînê jinav dibe

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) komgeheke çekan a DAIŞê li bajarokê Hecînê jinav bir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) komgeheke çekan a DAIŞê li bajarokê Hecînê jinav bir.

Jêderekî ji HSDê ragihand, hêzên wan bi alîkariya forokeyên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê komgeheke çekan ligel otombîleke barhilgir a çekan yên DAIŞê li mihwerê bajarokê Hecîn li rojhilatê Dêrazorê jinav bir.

HSDê amaje bi wê jî kir, şer û pevçûnên wan bi li heman mihwerê bi giranî berdewam e.

Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, duhî di encama êrîşa firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî li ser gundê Sose li rojhilatê Dêrazorê de, 9 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.  

Di 11 meha derbasbûyî de, HSDê dawîn operasyona xwe ji bo kontrolkirina bajarokê Hecîn li dijî çekdarên DAIŞê ragihand û heya niha ew operasyon berdewam e.

 

S. B