Li Newroza Stenbol û Kocaeliyê 44 welatî hatin binçavkirin

Li Stenbolê ji aliyê HDP, pekhateyên wê û partiyên Kurdistanî ve Newroz hate pîrozkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Stenbolê ji aliyê HDP, pekhateyên wê û partiyên Kurdistanî ve Newroz hate pîrozkirin. Mitînga Newrozê ya ku li Qada Bakirkoya Stenbolê birêve çû, bi hezaran kesî beşdarî tê de kir.

Cejna Newrozê di bin diruşma "Emê biser bikevin û dorpêçê rakin" de hat gerandin. Hêzên Ewlekariya Tirkiyê piştî pîrozbahiyên Newroza Stenbol û Kocaeliyê 44 welatî binçav kirin.

Polîsan li Bakirkoyê 38 welatî ku li ser tîşortên wan Kurdistan nivîsî bû, binçav kirin.

Li Kocaeliyê jî, pişti cejna Newrozê hate pîroz kirin, 1 ji wan nivîskar 6 welatî bi henceta propagandeya terorê dikin, hatin binçavkirin.

 

S. B