Grûpên çekdar 4 welatiyên Efrînê direvînin

Grûpên çekdar ên li navçeya Şiyê ya Efrînê 4 welatiyên Kurd direvînin û ber bi cihekî ne diyar ve dibin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpên çekdar ên li navçeya Şiyê ya Efrînê 4 welatiyên Kurd direvînin û ber bi cihekî ne diyar ve dibin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, binpêkirinên revandina welatiyên Kurd ên Efrînê bi armanca standina pereyan û dizî û talankirinê berdewam in û grûpa Silêman Şah (Emşat) duhî 3 welatiyên navçeya Şiyê revandin.

Wê rêxistinê navê wan her sê welatiyan aşkere kir ku Xelîl Mistefa Şêxo, Şêx Ehmed Milhim û Ebû Tirkî Mistefa Memo ne.

Herwiha da zanîn jî, çekdarên girêdayî Îstixbarata Tirkiyê roja 8ê Adarê welatiyê bi navê Ehmed Mihemed Bilal ji gundê Çeqelê Orte ya ser bi Şiyê ve revandin û ta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Nêzîkî salekê di ser dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên ên alîgirê wê ve derbas dibe û bi mebesta standina pereyan û dizî û talankirinê heta niha bi hezaran welatiyên Efrînê tên revandin û eşkencedan.

 

S. B