Di rastiyê de operasyona li ser Qendîlê çî ye?

Operasyona Qendîle tê çi wateyê? Egera bi ser ketina wê heye an na? Ti girêdana vê operasyonê bi hilbijarinê re heye gelo? Li gorî Pisporê Ewlehiyê Abdullah Agar, girêdana operasyonê bi hilbijaritnê re nîn e û ev gav gaveke startejîk e.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Operasyona Qendîle tê çi wateyê? Egera bi ser ketina wê heye an na? Ti girêdana vê operasyonê bi hilbijarinê re heye gelo? Li gorî Pisporê Ewlehiyê Abdullah Agar, girêdana operasyonê bi hilbijaritnê re nîn e û ev gav gaveke startejîk e. Tirkiye dixwaze li wê derê bi cih bibe, heta ku li Iraq û Sûriyê aramî pêk bê. Li gorî pîlotê berê yê F-16an Bahadir Altan jî, operasyon bi hilbijartinê ve girêdayî ye û Amerîka F-35an jî bide Tirkiyê bi ser nakave. Ji ber ku berê bi sedan caran ev rêbaz hatiye bikaranîn.

Di rastiyê de operasyona Qendîlê, armanc û sînorên wê çi ne? Di ajendaya hikûmetê de li ser operasyonê çi heye? Li gorî pisporên ewlehiyê mimkûn e ku ev operasyon bi ser bikeve? Piştî ku Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan derbarê destpêkirina operasyona Qendîlê de daxuyanî ragihand, çavê her kesî, di vê serdema hilbijartinê de çû ser vê mijarê. Gelo girêdana vê operasyonê bi hilbijartinê re heye an na? Bi boçûna Pisporê Ewlehiyê Abdullah Agar nîn e. Tirkiye heta li Iraq û Sûriyê aramî pêk bê û gefên PKKê yên li dij Tirkiyê bi dawî bên, wê li herêmê bi cih bibe. Mebesta operasyona Qendîlê ev e.

Abdullah Agar ji K24ê re jî wiha axivî: "Operasyona Qendîlê ji herî Rojhilatê Iraqê û herî Rojavayê Sûriyê tevgereke çepereyê ku ji aliyê Tirkiyê ve hatiye destpêkirin. Şêwaza nifşê nû ya PKKê ya afirandî an jî gefa wê kir ku Tirkiye li dû welatan bi hev re operasyoneke bi vî awayî bide destpêkirin. Ev operasyon ne bi mebesta hilbijartinê hatiye destpêkirin. Ev gav gaveke stratejîk e. Tirkiye heta gefa PKKê bi dawî nebe û li Iraq û Sûriyê aramî pêk neyê wê ji herêmê dernekeve. Tirkiye vê carê bi biryar e û wê nesekine."

Berûvajî Abdullah Agar, li gorî pîlotê F-16an Bahadir Altan jî, armanca vê operasyonê ji bo dengên hilbijartinê ye. Altan dibêje; heta niha bi sedan caran ev rêbaz hatiye bikaranîn, lê ti carî jî, Tirkiye bi ser neketiye. Eger karibûna wê Amerîka li Wîetnamê bi ser biketa. Ev operasyona Qendîlê wê şerê di nava Kurd û Tirkan hê kûrtir bike.

Pîlotê Artêşa Tirkiyê Berê yê F-16 Bahadir Altan ji K24ê re got: "Operasyona Qendilê operasyoneke hilbijartinê ye. Hêzên Asîmanî yên Artêşa Tirkiyê jî bi vê yekê baş dizanin. Li dijî gerîlla bikaranîna balefirên şer stratejiyeke şaş e. Di dema min de jî ev konsept dihate nîqaşkirin û ev rêbaz erê nedibû. Ji sala 1986an heta niha bi hezaran sortî hatine kirin. 35 sal in ev şer berdewam e û çareser nebûye. Niha wê bi operasyonekê çareser bibe? Ne mimkûn e. Eger ku karibûna Amerîka wê li Wîetnamê bi ser biketa."

Li gorî pisporan operasyona Qendîlê wê ji aliyê jeopolîtîk ve rê li ber qayişkêşanekê jî veke, di nava welatên Rojava û Tirkiyê de. Di vê prosesê de yan wê welatên Rojava bi Tirkiyê re hevkariyê bikin, yan jî wê lîstika xwe berdewam bikin, ya ku di ser PKKê re dane destpêkirin. Ev jî wê rê li ber rageşiyeke mezin veke di nava Tirkiye û wan welatan de. Herwiha ew dibêjin, dema di 24ê Hezîranê de desthilata Erdogan bikeve wê plansaziyên operasyonên dersînor ên ku heta niha hatine danîn bêne betal kirin.