Mesrûr Barzanî bo dengdaran: Dengê we hat bihîstin

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê Mesrûr Barzanî pîrozbahî li serkeftina hilbijartina Kurdistanê û serkeftina partiya xwe kir û spasiya dengdaran jî kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê Mesrûr Barzanî pîrozbahî li serkeftina hilbijartina Kurdistanê û serkeftina partiya xwe kir û spasiya dengdaran jî kir.

Mesrûr Barzanî li hejmara xwe ya tûra civakî “Twitter” ji bilî pîrozbahiya serkeftinê, ji dengdarên partiya xwe re got: “We hîşt ku dengê we bê bihîstin.”

Herwiha got: “Bi boneya ragihandina encamên hilbijartinê, pîrozbahiyê li xelkê Kurdistanê dikim. We hîşt dengê we bê bihîstin û partiya wek partiyeke niştimanperwer û xwedî perensîpên niştimanî xelat kir.”

Mesrûr Barzanî amaje bi hilmeta bangeşeya partiya xwe bo serxistina lîsta 183 xwe kir û ragihand, ji bo dahatûyeke baştir we bê mandîbûn kar kir û her tişt bexşand.

Hilbijartina xula pêncemîn a parlemantoya Kurdistanê roja 30î Îlona bûrî birêve çû, şeva bûrî jî Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê encamên dawiyê yên fermî ragihand.

Li gor encamên dawiyê, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) 45 kursiyên parlemantoya Kurdistanê misoger kirin.

 

S. B