Amerîka ji bo çareseriya krîza Sûriyê bi Hewlêr û Bexda re di hevahengiyê de ye

Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de James Jeffrey ragihand, ji bo çareseriya rewşa Sûriyê bi Hewlêr, Bexda û welatên navçê re di hevahengiyê de ne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de James Jeffrey ragihand, ji bo çareseriya rewşa Sûriyê bi Hewlêr, Bexda û welatên navçê re di hevahengiyê de ne.

James Jeffrey di bersiva pirseke peyamnêrê K24ê li Washingtonê de got: “Em wek Amerîka di şerê li dijî DAIŞê de Hewlêr û Bexdayê hevpeymanên girîng dibînin. Em bi berdewamî bi berpirsên Hewlêr, Bexda, Tirkiye, Urdin û Siûdiyê re di hevahengiyê de ne ji bo bigihin çareseriyekê ji qeyrana li navçê heye re.”

Jeffery got jî: “Metirsiyên DAIŞê li Iraqê li hember a Sûriyê zêdetir e, ji ber ku li Sûriyê nû hatiye şikandin, lê li Iraqê demeke zêdetir ji wan re heye ta êrîşan bike, lê bi wê yekê re jî ti cihek jê re nemaye ta bikare bi asanî tevgerê bike.”

 

S. B