HDP: Peymaneke civakî ya nû pêwîst e

kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Stenbolê, bi deklarasyoneke nû ragihand ku ji bo çareserkirina kêşeyên civakî pêwistî bi peymaneke nû heye. Di danezanê de hat diyar kirin ku ji bo parastina maf û azadiya mirovan siyaseteke demokratîk were pêşxistin û ji bo vê HDP amadeye ligel partiyên din ên siyasî tifaqê bike.

HDP bi deklarasyoneke nû, nexşeya xwe ya nû ya bo pêşerojê eşkere kir. Di danezanê de ku ji aliyê hevseroka HDP Serpîl Kamalbay û berdevkê HDP Osman Baydemîr ve li Stenbolê hat ragihandin behsa parastina maf û hiqûqa mirovan hat kirin û ji bo safîkirina kêşeyên civakî bal hat kişandin ser siyaseteke demokratîk.

Berdevkê HDPê Osman Baydemîr got: "Li hemberî kiryarên antîdemokratîk, em bangî hemû kesan dikin bila milê hevdu bidin hev û têkoşîneke hevpar bidin. Ji bo çareseriyê lazim e peymaneke civakî ya nû were amadekirin û divê ji bo aştiya civatê em bi hev re ber xwe bidin."

Di deklarasyonê de mafên jinan, pêşeroja gêncan û mafên karkeran jî weke daxwazên sereke cîh digirin. Parlamenterê HDP Ahmet Yildirim ji K24ê re wiha axivî: “Demeke dirêj e em wek HDP ji bo siyaseta demokratîk dixebitin. Lê divê ne tenê HDP divê partiyên opozîsyonê û dezgehên din li hev bicivin da ku siyaseteke hevpar a demokartîk pêk bînin.”

Ji bo pêkanîna vê deklarasyonê tifaqeke nû di navbera HDP û partiyeke din a ji opozîsyona Tirkiyê de gelo mumkin e? Li gorî HDP, mimkun e lê bi şerta parastina destkeftî û mafên Kurdan.

Parlamenterê HDPê Lezgîn Botan jî got: “Eger miletê Kurd weke netewe were pejirandin, zimanê miletê Kurd were pejirandin û referandûma serxwebûna başûrê Kurdistanê mafeke wek rewa were dîtin û pejirandin dixwazî CHP, MHP an jî AKP be wê demê em dikarin bi van partiyan re biaxivin.”

HDP ji bo pêkanîna vê deklarasyonê di rojên pêş de li bajarên cuda wê dest bi çalakî û mitîngan bike. Yekem mitîng jî 25ê Tîrmehê li Diyarbekirê wê were lidarxistin.