Hesen Rûhanî careke din wek Serokê Îranê hat hilbijartin

Telefizyona fermî ya Îranê serkeftina Hesen Rûhanî di hilbijartinan de û wek Serokomariyê Îranê ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Telefizyona fermî ya Îranê serkeftina Hesen Rûhanî di hilbijartinan de û wek Serokomariyê Îranê ragihand.

Wezareta Navxwe ya Îranê aşkere kir, 40 milyon kes beşdarî di hilbijartinên Îranê de kirin, ku duh birêve çûbû.

Çar berbijêr bo posta Serokomariya Îranê hebûn, ji wan Hesen Rûhanî Serokomarê berê yê miyanrew. Îbrahîm Reîsî berbijêrê Parêzgeran, ku ji aliyê Rêberê Îranê Elî Xaminî û Artêşa Pasdaran pêştevaniya wî dikirin.

Telefizyona Îranê ya fermî îro ragihand, Hesen Rûhanî careke din karî piraniya dengan bidest bixe û bibe Serokomarê Îranê.