Esed û HSD nêzîkî hev dibin

Aldar Xelîl: Her rêketinek di navbera me û rêjîma Sûryê de, wê ji bo herdu aliyan rêketineke dîrokî be.

K24 - Navenda Nûçeyan

Piştî ku şandeke Hikûmeta Sûryê serdana serkirdeyên TEVDEM û HSDê li Rojavayê Kurdistanê kir, hevserokê TEVDEMê Aldar Xelîl, ji Reutersê re ragihand, ku her rêketinek di navbera wan û rêjîma Sûryê de, wê ji bo herdu aliyan rêketineke dîrokî be û got: Em bi hêvî ne ku rêjîma Sûryê li ser destpêkirina danûstendinan cidî be.

Hefteya derbasbûyî, şandeke Hikûmeta Sûryê serdana Rojavayê Kurdistanê kir û li gel serkirdeyên HSD û TEVDEMê civiya.

Li gorî zanyariyên hatin belavkirin, di civîna herdu aliyan de, behsa rewşa Sûryê û rêketina di navbera TEVDEMê û rêjîma Sûryê de hat kirin.

Ji aliyê xwe ve, serkirdeyên TEVDEMê tekez kirin ku ew amade ne, bê merc danûstendinan bi Hikûmeta Sûryê re bikin.

Jêderekî nêzîkî Hikûmeta Sûryê ragihand, ku herdu alî nêzîkî lihevkirinekê bûne. Niha jî çend navçeyên wek riyên di nav Hesekê û Helebê de bi hevbeşî birêve dibin.

Bizavên TEVDEMê û rêjîma Sûrya ji bo lihevkirinê, piştî wê yekê tên, ku Amerîka û Tirkiyê li ser derxistina HSDê ji Minbicê lihev kirin û berî niha jî Artêşa Tirkiyê bi hevkariya hin girûpên ser bi opozisyona Sûryê ve, bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê dagîr kir û TEVDEM vê yekê wek metirsî dibîne, lewra dixwaze nav xwe û Hikûmeta Sûryê xweş bike, piştî ku di dema dawî de, pêwendiyên di nav wan de aloz bûn, herwiha pêwendiyên TEVDEMê û Rûsya jî têk çûn.

N.O