Hêzên emnî yên Silêmaniyê ketine amadebaşiyê de

Polîsê Silêmaniyê ragihand, ku bi sedema zêdebûna tawanan li Silêmaniyê, biryar hat dayin, ku ji îro ve, tevahiya hêzên emnî yên Silêmaniyê têkevin amadebaşiyê de.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Polîsê Silêmaniyê ragihand, ku bi sedema zêdebûna tawanan li Silêmaniyê, biryar hat dayin, ku ji îro ve, tevahiya hêzên emnî yên Silêmaniyê têkevin amadebaşiyê de.

Peyvdarê Polîsê Silêmaniyê Serkewt Ehmed di kongirekî rojnamevanî de ragihand, ku di vê mehê de, tawanên cor bi cor li Silêmaniyê hatine encamdan, lewra ji îro ve, wê dewrî li piraniya kolanên Silêmaniyê bên danîn, daku rê li ber zêdebûna tawanan bê girtin.

Di birsiva xwe de li ser pirseke peyamnêrê Kurdistan24ê, derbarê ew hêza taybet ya ku berî niha li Silêmaniyê hatibû pêkanîn, Serkewt Ehmed got: Ew hêz û tevahiya hêzên Silêmaniyê wê têkevin amadebaşiyê de û rêbendên demkî wê bên danîn.

N.O