Erdogan: Aboriya Tirkiyê li cîhanê yekemîn e

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan dibêje, aboriya wan di warê mezinbûnê de li cîhanê yekemîn e û kes bi operasyonên lîstina bi nirxê Lîreyê Tirkiyê nikare li wan bixe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan dibêje, aboriya wan di warê mezinbûnê de li cîhanê yekemîn e û kes bi operasyonên lîstina bi nirxê Lîreyê Tirkiyê nikare li wan bixe.

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan Erdogan di çarçoveya bangeşeya hilbijartinên serokomariya Tirkiyê de li bajarê Îspartayê axivî û got, Tirkiye di warê ewlekarî û aboriyê de çi pêwîst be dike û ji gel xwest ku dewletê radestî hosteyan bikin, ne şagirtan.

Amaje bi wê yekê jî kir, aboriya Tirkiyê li cîhanê yekemîn e, lê di demên dawî de hin alî dixwazin bi nirxê Lîreyên Tirkî re bilîzin da ku bandor li hikûmetê bikin. Got jî, kes nikare bi daxistina nirxê dolarê li wan bixe û xwest dest ji wan tiştan vekişin.

Çend roj in nirxê Lîreya Tirkî li hember dadikeve, vê yekê hîşt ku Banka Navendî hin tedabîrên awarte bigire ber, ta ku niha nirxê Lîreya Tirkî li ser 4.70 Lîre li hember yek Dolarî raweste.

Herwiha Erdogan duh jî li bajarê Erezeromê di gotarekê de daxwaz ji welatiyên Tirkiyê kir, Dolar û Euroyan xwe bikin Lîreya Tirkî.

 

S. B