Kurdistan HSD di qonaxa 4emîn de 10 k.m bi pêş ve çûye

 

K24 – Derdora Reqayê

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk karîne di 4 rojên borî de ji qonaxa çaremîn ji operesiyona Hêrsa Ferêt gelek gund û deverên girîng kontrol bikin, û nêzî 10 k.m ji alîyê bakurê rojava ber bi Reqayê ve bi pêş ve biçin.

Fermandarê Lîwaya Şehîd Teslîm Cimo Hemadî Mûsa ji K24ê re got: “Em niha li gundê Kubşa Rojava ne, duh me ji destê DAIŞê rizgar kiribû. Niha em paşmayên DAIŞ ji bombe û mînan pakij dikin, da ku xelkê vî gundî careke din vegerin ser mal û milkên xwe.”

Şervan didin zanîn ku, her ku ew bi pêş ve diçin çekdarên DAIŞê bi awayên nû berxwe didin, ji belî bikaranîna otombîlên bombebarkirî, û çandina mayinan li her deverê. Herwiha kesên xwekuj jî bi cilûbergên sivîlan êrîşî wan dikin.

Şervanê HSDê Silêman Nûh jî dibêje: “DAIŞ bi otombîl û motorsêklên bombebarkirî êrîşî me dikin û niha bi firokeyên kontrolkirî bombeyan bi ser me de dibarînin. Me 10 çekdarên DAIŞê kuştin, termên 3 çekdaran di destê me de ne. Ji duh ve li gundê Kopşa Rojava me 19 çedarên DAIŞê kuştine.

Di 13 vê mehê de Fermandariya Operesyona Hêrsa Ferêt qonaxa çaremîn ji aliyê bakurê rojavayê Reqayê dest pê kir, piştî ku ji aliyê rojhilat û rojava ve gelek serkeftin bi dest xistin.