Endamê MÎT'ê yê dîl li terorkirina Sakîne Cansiz mikûr hat

Berpirsên MÎTê yên di destê PKKê de dîl in li xwe mikur hatin û eşkere kirin ku Sakîne Cansiz û 2 çalakvanên din ên PKKê ji aliyê MÎTê ve hatine kuştin. Birayar terorkirinek wisa encax kesên pilebilind dikarin bidin û divê Şewirmendê MÎTê jî were agahdarkirin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/e9c29091-a194-45f8-9a13-36261b958bdf/011018AVZ.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsên MÎTê yên di destê PKKê de dîl in li xwe mikur hatin û eşkere kirin ku Sakîne Cansiz û 2 çalakvanên din ên PKKê ji aliyê MÎTê ve hatine kuştin. Birayar terorkirinek wisa encax kesên pilebilind dikarin bidin û divê Şewirmendê MÎTê jî were agahdarkirin.

Li gor berpirsên MÎTê operasyone wisa mijarek hestiyar e. Lewra wê demê pêvajoya aştiyê di navbera PKK û hikûmeta Tirkiyeyê de berdewam dikir.

Duh KCK mukirhatinên Endamê MÎTê yê di destê wan de belav kiribû. Endamê MÎTê yê dîl di wê girtevîdyoyê de got: “Dema dengên tomarkirî yên pîlana terorkirina Sakîne Cansizê û 2 çalakvanên PKKê belav bûn ji dengan têgihiştim ku kuştina wan ji aliyê karmendên me ve hatiye pîlankirin. Serokê Daîreya MÎTê yên Karên Derve Ugur Kaan Ayik, herwiha Oguz Yûret ku di wê daîreyê de rêveber e, dîsa di wê daîreyê de karmendê me Ayhan Oran suîkasta Parîsê bi rê ve birine.”

Wî dîlî got jî: “Niha kuştina wan mijarek hêstiyar e. Encax kesên pilebilind dikarin  birayara kuştinek wisa bidin û kêm kes dikare bizane. Divê di pîlanek wisa de şewirmendê MÎTê jî were agahdarkirin û piştre jî divê haya serokomar hebe. Bawer nakim bi tenê serê xwe biryar bide. Ji ber ku pêvajoya aşitiyê berdewam dikir û di qada navnetewî de dibe ku Tirkiye bi astengiyan re rû bi rû bimîne. Oguz Yûret  niha Serokê Dîreya Herêma Wanê ye. Ugur Kaan Ayik jî Serokê Karên Taybet e. Pileya wan bilind bû.”