Pîre: Hinceta karakirina parlementoyê nahêlin

Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Seidî Ehmed Pîre ragihand, li gor destûr û yasayên navdewletî, encamdana referandûmê ti pirsgirêkeke wê ya yasayî nîne, pirseke yasayî ye û rê pê hatiye dayîn û xelk dikare di wê riyê re bîr û nêrînên xwe diyar bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Seidî Ehmed Pîre di konferanseke rojnamevanî de got: “Wek YNKê me biryar daye, têdikoşin bo referandûmê, wek deriyekî yasayî bo gihêştin bi serxwebûna Kurdistanê. Herwiha YNKê wek hewl dide bo karakirina parlementoyê wek binemayeke yasayî. Biryara din a YNKê karkirina bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera aliyên siyasî û komdengiya niştimanî bo serxistina referandûmê bi baştirîn awa.”

Pîre ragihand jî, “Hinceta karakirina parlementoyê nahêlin, di dawî civîna herdu polîtburoyên PDK û YNKê de biryar hat dayîn, niha em çaverêyî helwesta fermî ya Tevgera Goranê ne.”

Seid Pîre amaje bi wê jî kir; “Di civîna di navbera aliyên siyasî de, me hemûyan li ser karakirina parlementoyê hevnêrîn bûn, bo çareserkirina pirsgirêkan de, biryar hat dayîn ku civîna yekem a parlementoyê ji aliyê desteya serokatiya niha bi rê ve biçe, lê di civîna duyem de serokatiya parlementoyê tê guhartin.”