ENKS: Tawanên li Efrînê dibin li ber çavên Tirkiye û civaka navdewletî tên kirin

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi boneya salvegera yekem a dagîrkirina Efrînê di daxuyaniyê de ragihand, ENKS daxwazê ji civaka navdewletî, Tirkiye û rêxistinên mirovî û yasayî dike li hember tawanên li Efrînê dibin rawestin û hemû grûpên çekdar ji Efrînê derbixin û Efrîn radestî xelkê wê yê resen bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi boneya salvegera yekem a dagîrkirina Efrînê di daxuyaniyê de ragihand, ENKS daxwazê ji civaka navdewletî, Tirkiye û rêxistinên mirovî û yasayî dike li hember tawanên li Efrînê dibin rawestin û hemû grûpên çekdar ji Efrînê derbixin û Efrîn radestî xelkê wê yê resen bikin.

Bi boneya derbasbûna salekê li ser êrîş û derbasbûna artêşa Tirkiyê ji Efrînê Emîndariya Giştî ya ENKSê daxuyaniyek belav kir û tê de hat, salek e di ser êrîşa li ser Efrînê bajarê zeytûn û aştiyê re derbas bibe û ji bilî tiştê di qonaxên berê de hatiye serê gelê me, kiryar û tawanên grûpên çekdar zêde bûn û ew grûp kîna xwe bi serê Kurdan de dertînin û dizî, talan, kuştin û revandinê yên li dijî nerxên mirovahiyê dike.

Di daxuyaniya ENKSê de hat, tevî şermezarkirina berfereh ji van tawanan re yên ji aliyê rêxistinên mirovî û yasayî ve hatine belgekirin, hîna binpêkirinên wek revandina welatiyan, şewitandina zevî û daran, têkdana şûnwarên dîrokî yên bi armanca têkbirina nasnameya Kurdî ya Efrînê bi awayekî metirsîdar berdewam in. Herwiha hîna rê li pêş vegera derbiderên Efrînê li ser mal û milkên xwe bi armanca bicihkirina plana guhartina demografî berdewam e.

ENKS van tawanan şemezar dike û dibêje, ev tawan li pêş bêdengiya navdewletî û artêşa Tirkiyê Tirkiyê tên kirin, ji ber wê em daxwazê ji civaka navdewletî, Tirkiye û rêxistinên mirovî û yasayî dikin, li hember van tawanan rawestin û hemû grûpên çekdar ji Efrînê derbixin û Efrîn radestî xelkê wê yê resen bikin.

Herwiha ENKS daxwaz ji civaka navdewletî dike bilez proseya siyasî ya Sûriyê bê aktîvkirin û çareseriyeke siyasî ji krîza Sûriyê bê dîtin û hemû hêzên biyanî ji Sûriye derkevin û Sûriyayeke demokratîk, ferehalî û yekgirtî li ser bingeha destûrekê ku hemû mafên gelê Kurd û pêkhateyên din tê de parastî be, bê avakirin.

 

S. B