Nûçeya desteserkirina Pêşmergê Xwebexş yê Xurmatû hat redkirin

Pêşmergên xwebexşên Xurmatû, hişyarî ji bikaranîna amêrên pêwendîkirinê didin, ji ber ku bi riya wan amêran cihên wan tên eşkerekirin

K24 - Navenda Nûçeyan

Hin rûpelên Facebookê yên ser bi Heşda Turkmanî ve li Xurmatû, belav kirine ku çekdarên wan, Pêşmergeyê xwebexş yê Xurmatû Asî Qewalî desteser kirine, lê çalakvanên Kurd û xwebexşên Kerkûk û Xurmatû ew nûçe red kirin û tekez kirin ku ew Pêşmergeyê xwebexş nehatiye girtin.

Hevdem Pêşmergên xwebexşên Xurmatû, bi riya tora civakî ya Facebookê hişyarî dane ji bikaranîna amêrên pêwendîkirinê û ragihandin, ku bi sedema bikaranîna mobayl û hêleke pêwendîkirinê, cihên 15 xwebexşên wan ji aliyê milîsên Iraqî ve hat eşkerekirin û di encamê de ew 15 xwebexş hatin girtin.