Insiyatîfa Piştgiriya Referendûmê li Batmanê hate ragihandin

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi armanca piştgiriya rapirsîna serxwebûna Kurdistana Başûr a ku di 25ê Îlona 2017an de bê kirin li Batman a bakurê Kurdistanê de, di 08.08.2017an de Înîsiyatîfa Piştgiriya Referandûma Serxwebûnê hate lidarxistin.

Înîsiyatîf, bi giştî ragihand ku ew di bin banê Înîsiyatîfa Referandûma Serxwebûnê ku li Amedê hatibû lidarxistin de xebata xwe dê bimeşîne û armanca wan ev in ku; piştgiriya kurdên Bakûr li Referandûma Serxwebûna Kurdistana Başûr bi raya giştî re parve bikin û li cîhanê rabigihînin ku rapirsîna serxwebûna Kurdistanê mafeke xwezayî û rewa ye.

Şaxa Batmanê ya vê Înîsiyatîfê serdana xwe ya pêşî li Baroya Batmanê kir û digel Serokê Baroya Batmanê Abdulhamît Çakanî re hevdîtinek pêk anî. Di vê hevdîtinê de Înîsiyatîfê, daxwaz kir ku çi bi şexsî ci bi sazî piştgiriya referandûma Kurdistanê bikin.

Serokê Baroyê Abdulhamît Çakan da zanîn ku ew wekî şexsekî piştgiriya referandûmê dike û got: "Ev mafeke rewa ye û kelecaneke pir mezin dide min." Her wiha Çakan da zanîn ku mijara referandûmê di Lijneya Rêvebiriyê de jî dê bê nîqaşkirin û tevahiya parêzerên Baroyê di derbarê vê serdana Înîsiyatîfê de wê bên agahdarkirin.  Her wiha Çakan anî zimên ku ew ê vê mijarê digel Baroya Herêmê jî nîqaş bikin û hewl bidin ku mijara referandûmê di daxuyaniya hevpar a Baroyên Herêmê de wê cih bigire.

Înîsiyatîfa Piştgiriya Referandûma Serxwebûnê Şaxa Batmanê bi van kesan pêk tê:

1-  Ali Nergis

2-  Ali Can Barut (PDK-Bakur)

3-  Aydın Üneşi (İlahiyatnas- Mamosteyê Kurdî)

4-  Aziz Özdemir (Serokê Şaxa Batmanê ya PAKê)

5-  Berken Bereh (Helbestvan)

6-  Evindar Tekin (Kurdolog)

7-  M. Selim Temir (Diransaz)

8-  Osman Zinnur Erçin (Perwerdekar-Nivîskar)

9-  Ömer Faruk Gergerlioğlu (Bijîşk)

10- Sait Temel(Nivîskar- Komeleya Ehmedê Xanî)

Înîsiyatîf bi armanca daxwazkirina piştgiriya rapirsîna serxwebûna Kurdistanê wê digel hin partiyên siyasî, sazî û dezgehên sivîl, rêxistinên Girseyî ên Demokratîk, sendîqa, saziyên çapemeniyê û rewşenbîran hevdîtin û serdanan pêk bîne.