Kurdistan Ji Kaniya Mîsê ya Şîrwanê tarmê karkerek din hat dîtin

Ji Kaniya Mîsê ya Şîrwanê tarmê karkerek din hat dîtin
Sêrt

K24-Navenda Nûçeyan

Ji Kaniya Mîsê ya Şîrwanê tarmê karkerek dî jî ji bin erdê hate dêrxistin.

Ji bo 4 karkerên dî ku, di bin erdê de mane xebatên lêgerînê bi berfirehî berdewam dikin.

Di 17ê Çiriya Paşînê de li bajarê Sêrtê Kaniya Mîsê ya navçeya Şîrwanê erd ji ber baranê sist bûbû li ser karkeran de hilweşiya bû. Di encamê de 16 karker di bin erdê de mabûn. Heta niha tarmên 12 karkeran hatine dîtin.