Rewşa Kerkûkê metirsîdar e û Bexda hêzê dişîne

Li gor raporteke rojnameyeke Erebî, teqînên vê dawiyê yên li Kerkûkê ji ber milmilaneya siyasî li wê parêzgehê rê dane. Da zanîn jî, di rojên bê de hikûmeta Iraqê hêzeke zêdetir dişîne Kerkûkê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gor raporteke rojnameyeke Erebî, teqînên vê dawiyê yên li Kerkûkê ji ber milmilaneya siyasî li wê parêzgehê rê dane. Da zanîn jî, di rojên bê de hikûmeta Iraqê hêzeke zêdetir dişîne Kerkûkê.

Rojnameya “alaraby.co.uk” li ser zarê efserekî ji Fermandariya Operasyona Kerkûkê ku navê wî diyar nekiriye belav kir, piştî ku nakokiyên li ser encamên hilbijartinan li parêzgeha Kerkûkê derketine û xwepêşandan û mangirtinan dest pê kiriye, Fermandariya Operasyona Kerkûkê tedbîrên ewlehiyê tund kirine û hin hewlên tundtûjiyê jî pûç kirine.

Herwiha got: “Hêzên me keda îstixbaratî zêde kirine û hin planên armankirina welatiyan û xwepêşandaran jinav birin.” Aşkere kir jî: “Bi redkirina encamên hilbijartinan re, rewşa ewlehiya Kerkûkê metirsîdar bûye.”

Duhî êrîşeke bi topên Hawinê û du teqîn li deverên cuda yên Kerkûkê çê bûn û di encam de heta niha 22 kuştî û birîndar hen.

Ji aliyê xwe ve, berpirsekî ewlehiyê di Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de ji wê rojnameyê re xuya kir, Komîta Ewlehiyê ya Kerkûkê derbarê rewşa ewlehiya wî bajarî de peyamek şandiye Bexdayê, ku planên metirsîdar ên armanckirin Kerkûkê hene û hikûmeta Bexdayê di demên pêş de ji bo kontrolkirina rewşê hêzeke zêde dişîne wê parêzgehê.

Wî berpirsê Encûmena Parêzgahê gotiye: “Li çend navçeyan valahiya ewlehiyê tê de çê bûne û terorist dikarin li wan navçeyan kom bibin û êrîşan bikin. Pêwîstiya wan navçeyan bi hêze ewlehî û leşkerî ya zêdetir hene, ji bo rê li ber karyarên terorî bên girtin.”

Berpirsên ewlehiyê tekez dikin, ewlehiya Kerkûkê ji ber rewşa siyasî û krîzên di navbera alî û partiyên siyasî de tê. Pisporê di warê ewlehiyê de Xezwan Mihemed ji wê rojnameyê re got, tiştê li Kerkûkê dibe ji encama rewşa ewlehiyê ya xirab e û ew encameke sirûştî ye ji nakokiyên siyasî re. Parêzgeha Kerkûk ewle nabe ta rewşa siyasî aram nebe.

 

S. B