Tirkiye ji Amerika daxwaza Operasyonekê hemberî YPG dike

Mewlût Çavuşoglu ragihand ko, wan li dijî YPGyê pêşniyara operasyoneke leşkerî li Amerîkayê kirin e

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo digel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan kom bû. Di derbarê naveroka kombûnê de Wezîrê  Derve yê Tirkiyê Mewlût Çavuşoglu ragihand ko, wan li dijî YPGyê pêşniyara operasyoneke leşkerî li Amerîkayê kirin e.

Çavuşoglu herwiha li ser bûyera Cemal Kaşikçi jî axifî û da zanîn ko, Hikûmeta Suudî rê nedaye wan, li mala Konsol lêkolîn were kirin. Ew hêvî dikin Suudî hevkariya wan bike û mala konsol were lêkolîn kirin.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bi rojeveke germ û tije serdana Enqere kir. Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan li balafirgeha Enqereyê pêşwaziya wî kir û nêzikê seetekê kom bûn. Di derbarê naveroka hevdîtinê de Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlût Çavuşoglu ragihand ko, wan li ser meseleyên wekî windabûna rojnamevan Cemal Kaşikçi û hebûna YPGyê ya li Suriyê axifîne û li dijî YPGyê pêşniyara operasyoneke leşkerî li Amerîkayê kirine.

Wezîrê Derve yê Tikriyeyê Mewlût Çavuşoglu got: Amerîka jî qebûl dike ko, cihbecihkirina xalên rêkeftina Menbicê dereng ma ye. Niha li Menbiçê bernameya perwerdehiya hevpar destpê kir. Em dixwazin çavderiya hevpar jî destpê bike û YPG û PKK ji Menbiçê vekişe. Serokomarê me ji Pompeo re got, ger hûn ji bo derxistina YPGyê zehmetî dikêşin, ji me re bibêjin. Em dikarin gelek bi hêsanî YPGyê ji Menbiçê derxin. Me YPGyê çawa ji Efrînê derxistibe, dikarin ji Menbiçê jî derxin. Herwiha me tekez kir ko YPG ne tenê li Menbiçê, divê li rojhilatê Firatê jî nemîn e.

Çavuşoglu li ser bûyera Cemal Kaşikçi jî dibêje: Hikûmeta Suudî rê nedaye wan ko li avahiya Konsolê Suudî ya Stenbolê lêkolîn were kirin.  Hêviya wan ew e ko mala konsol îşev bê lêkokînkirin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlût Çavuşoglu anî ziman:

Mixabin duh şev li avahiya Konsolê Arabîstana Suudî lêkolîn nehate kirin. Suudî gotin malbata Konsol li mal e û nexwestin lêkolîn were kirin. Em hêvî dikin îro li mala konsol jî lêkolîn were kirin. Ji bo vê yekê divê Arabîstana Suudî hevkariya me bike. Ji bo zelalkirina bûyerê xebatên asayîş, dozgerî û dezgeha me ya hawalgiriyê berdewam dike. Em ê piştî van lêkolîn û lêpirsînên xwe bigihijin encameke giştî û agahiyên zelal bidin we.

Ji alîkî din ve rojnameya Wall Street Journal jî îddia kir ko rojnamevan Cemal Kaşikçi dema çûye konsolxaneyê nehatiye lêpirsînkirin. Cemal Kaşikçi ji aliyê tîmeke Suudî ve bi dermanan hatiye bêhişkirin û piştre jî ber çavên Konsolê Suudîyê hatiye perçekirin.

Li ser lêkolîna Asayîşa Tirkiyeyê û belavbûna nûçeyên kuştina Cemal Kaşikçi, Konsolê Suudî ji nişkave ji Stenbolê derketibû û çûbû welatê xwe.

 

 

 

C.B