Kurdistan Karvedanên siyasî yên derbarê Referandûmê de

 

K24 – Enqere

Gelo Tirkiye piştî ragihandina biryara referandûmê ya ji bo Serxwebûna Kurdistanê ji aliyê siyasî ve wê helwesteke çawa wergire? Ligel ku Tirkiye û Kurdistan 20 sal zêdetir e hevkarên stratejîk in jî egera wê yekê heye ku rayedarên Tirkiyê di warê aborî de serî li hindek sepanan bidin? Pispor û çavdêrên siyasî li ser vê mijarê bîr û boçûnên xwe rave kirin.

Referandûma Kurdistanê ku wê di 25ê îlonê de biçe serî digel gelek welatên cîhanê li Tirkiyê di rojeva siyaset, medya û ya civakê de ye. Rojnameger Yaşar Aydin diyar kir ku wan piştî Wezareta Karê Derve û Serokwezîr çaverêya wê daxuyaniya Numan Kurtulmuş dikir ku helwesta wî jî ne li derveyî kevneşopiya siyaseta Tirkiyê bû. Rêveberên Kurdistanê jî pê dizanibûn ku wê Tirkiye reaksiyoneke wisa nîşan bide. Aydin ragihand, bêgûman her netew xwedî tayînkirina çarenûsa xwe ye, lê ev yek yanî Kurdistaneke Serbixwe ji bo siyaseta Tirkiyê ya navxweyî derbas nabe.

Rojnameger Yaşar Aydin ji K24ê re wiha got: "Têkîliyên aborî yên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê gelek xurt in. Ev 4 û 5 sal in hevalbendê herî baş yê Tirkiyê yê di Rojhilata Navîn de. Ne tenê di warê aborî û siyasetê de, têkîliyên gelek kûr jî hene di nava Tirkiye û Kurdistanê de. Tirsa Tirkiyê ew e ku biryara serxwebûnê bandorê piştî Sûriyê li wan jî bike. Loma li dij radibe. Tirkiye li dijî xweseriyê bû jî, lê piştre bi herêmê re pêwendiyên xwe xurt kir. Ji ber tifaqa bi MHPê re têk neçe heta referandûmê wê helwesta Tirkiyê naguhere û bêje na."

Bi boçûna Çavdêrê Siyasî Dûnya Başol jî têkîliya Tikiyê û Herêma Kurdistanê ji ne tenê 20 sal jê hê kevntir e. Di warê berjewendiya aborî de her du alî jî wek hev difikirin. Li gorî Başol di nava her du welatan de kêşeya herî mezin berjewendiyên di aboriyê de ne, ger ev yek bê çareserkirin wê arîşeyên mezin rû nedin.

Dûnya Başol got: “Di wadeyeke kin de berjevendiyên aborî yên her du aliyan jî gelekî nêzîkî hev in. Dema Serxwebûn pêk hat jî Tirkiye yekser têkîliyên xwe qut nake. Ji ber ku di navbera her du aliyan de bendewariyek heye û ez wê yekê pêşbînî nakim ku têkîliyên aborî xera bibin. Hûn dizanin ku AK Partiyê li Herêma Kurdistanê veberhênanên mezin kirine û dike. MHP, HDP û CHP jî veberhênanên sexlem li Herêma Kurdistanê dikin û ev veberhênan di rojekê de nayên qutkirin.”

Li gorî çavdêrên siyasî û pisporan Tirkiye ji ber rewşa xwe ya taybet nikare helwesta xwe ya li hemberî Kurdistana Serbixwe bigûherîne. Dema bigûherîne wê ev yek ji Îranê bigire bandorê di serî de li Sûriyê, Kurdên li Tirkiyê û li gelek cihên din jî bike. Loma Serokkomar Erdogan wê vê gavê, dijberiya xwe biparêze heta referandûmê.