TEVDEM: Hatina şanda Perlemana Kurdistanê ji bo Efrînê karekî pîroz e

Hevseroka TEVDEMê: Êrîşa li ser Efrînê, êrîşa li ser hemû gelê Kurdistanê ye û serketina Efrînê jî serketina her Kurdekî ye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Şanda Perlemana Kurdistanê gihişte bajarê Efrînê û li nav kombûneke cemawerî de hat pêşwazîkirin.

Hevseroka Tevgera Civata Demokrat TEVDEM, serdana şanda Perlemana Kurdistanê bilind nirxand û ragihand, ku ew serdan ji bo piştevaniya Efrînê pêngaveke pîroz e.

Li gel gihiştina şanda Perlemana Kurdistanê, xelkê Efrîn bi kombûneke cemawerî pêşwazî li şandê kir, yek ji akinciyên Efrînê ku di pêşwaziya şanda Perlemana Kurdistanê de bû, ji Kurdistan24ê re got: "Li Başûr serhildan e û li Efrînê berxwedan e, wek xelkê Efrînê, em gellekî dilxweş in bi hatina şanda Perlemana Kurdistanê".

Endamê şanda Perlemana Kurdistanê ji bo Efrînê Elî Halo ji Kurdistan24ê re got: "Tiştê me li Efrînê dît, ku xelkê bi irade û dilsoz, bergiriyê li bajarê xwe dikin, bi vê yekê ew Karin ne tenê li pêşya êrîşa welatekî rawestin, lê ewê karibin li pêşya êrîşa çendîn welat jî rawestin û serweriyeke din di dîroka gelê Kurd de tomar bikin".

Ji aliyê xwe ve, hevseroka Tevgera Civata Demokrat TEVDEM Asya Ebdella ragihand: "Hatina şanda Perlemana Kurdistanê ji bo Efrînê karekî pîroz e, em silav û rêzên xwe ji bo hemû xelkê Başûrê Kurdistanê dişînin, dixwazim bêjim, êrîşa li ser Efrînê, êrîşa li ser hemû gelê Kurdistanê ye û serketina Efrînê jî serketina her Kurdekî ye".