YPG: Me tankek û 2 wesayitên artêşa Tirkiyê teqandin

YPG: Şervanên me karîn tankeke artêşa Tirkiyê û 2 wesayitên BMB biteqînin û nêzîkî 20 serbazên Tirkiyê bikujin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Efrînê, Birûsk Hesekê ragihand, ku hêzên wan li gundê Dêr Siwan yê ser bi bajarokê Şera ve li Herêma Efrînê, karîne tankeke artêşa Tirkiyê û 2 wesayitên BMB biteqînin û nêzîkî 20 serbazên Tirkiyê bikujin.

Birûsk Hesekê diyar kir, ku firokeyên cengî yên artêşa Tirkiyê, gundên Qestelê, Çolaqa Xidiriya û gundê Şerqiya li deverea Bilbilê bordûman dikin û li gundê Bêxçe şerûpevçûnên dijwar diqewimin.

Herwiha Hesekê diyar kir, ku îro demjimêr 5ê sibehê, firokeyên cengî yên artêşa Tirkiyê li devera Cindirêsê, gundê Hêkicê bi giranî bordûman kirin û şerûpevçûnên dijwar li wir qewimîn.

Navhatî zelal kir, ku li deverên Şera, Bilbilê, Raco, Mabeta û Şiye, şerûpevçûnên dijwar di navbera hêzên YPG û YPJ û artêşa Tirkiyê û çekdarên alîgirên wê de diqewimin.

Operasyoan artêşa Tirkiyê (Şaxê Zeytûnê) li Efrînê, ket meha xwe ya diwem de û li gorî daxuyaniyên fermandeyên YPGê, heya niha artêşa Tirkiyê armancên xwe bicî nekirine û nekariye derbasî Efrînê bibe.

Hevdem fermandeyên YPGê li gel Hikûmeta Sûryê gotûbêjan dikin, daku artêşa Sûryê derbasî Efrînê bibe û beramberî êrîşa artêşa Tirkiyê alîkariya YPGê bike, li ser vê mijarê Heseroka Encûmena Sûrya Demokrat (ESD) Ilham Ehmed, ragihand ku Efrînê rê li pêşya bizavên dabeşkirina Sûryê girt û pêwîst e artêşa Sûriyê bi erkên xwe rabe û Efrînê biparêze.

 

N. O