Zarif: Dorpêçên Amerika nîşana wendakirina wê ye

Wezîrê derve yê Komara Islamî ya Îranê Mihemed Cewad Zarîf liser account a xwe ya twitterê rexne li dorpêçên Amerika liser Îranê û “hevpeymanên” Amerika yên li Rojhilata Navîn girt

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê Komara Islamî ya Îranê Mihemed Cewad Zarîf liser account a xwe ya twitterê rexne li dorpêçên Amerika liser Îranê û “hevpeymanên” Amerika yên li Rojhilata Navîn girt.

Zarîf diyarkir, ku: “Helwêsta terora aborî ya Amerika li dijî Îranê nîşana lawaziya Amerika beramberî Îranê ye. Herweha lawaziya hevpeymanên Amerika li deverê ye jî. Birêz Trump! Şopgirên şaristaniya mezin a Îranê, stratejiya xwe ne ligor daxwaza Amerika û hevpeymanên wê destnîşan dikin”.

Amerika duhî ragihandibû, ku dorpêçên dijî Îranê, dê ji meha Gulanê ve tundtir bibin û destûrdayin a 8 welatan ên ku berê ji kirîna petrol Îranê hatibûn muaf kirin, tê rawestandin. Her çi welat ê ku petrolê ji Îranl bikire, dê were sizakirin. Ew jî girêdayî, lawazkirina aboriya Îranê ye, ku destwerdanê li herêmê dike, gef liser ewleyiya herêm û cîhanê ye, herweha piştgiriyê dide teror a heremî û navneteweyî.

 

 

 

C.B