Opersyona li dijî Qendîlê nakokî xist navbera Îran û Tirkiyê

Helwesta fermî ya di navbera Tehran û Enqerê de derbarê encamdana operasyoneke hevbeş li dijî PKKê li Qendîlê li dijî hev û nakok in. Peyvdarê Desteya Supasaliya Giştî ya Hêzên Îanê daxuyaniya Wezîra Bergîriyê ya Tirkiyê bi derew derdixe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ajansa ”Tesnim” a Îranî li ser zarê Peyvdarê Desteya Supasaliya Giştî ya Hêzên Îranê Ebû Fezil Şikarcî belav kir, daxuyaniyên berpirsên bilind ên Tirkiyê ne bi hûrî ne û dûrî rastiyê ne.

Wî berpirsê leşkerî yê Îranê got jî, Tehran hevkarî û hevahengiyê bi ti welatekî re nake ku serweriya welatekî din binpê bike.

Şikarcî Enqere bi wê yekê jî tometbar kir, Tirkiyê bêyî ku pirsa hikûmeta Iraqê bike hêz biriye nava xaka Iraqê û serweriya xaka Iraqê binpê kiriye.

Peyvdarê Desteya Supasaliya Giştî ya Hêzên Îranê hebûna hêzên Tirkiye li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê bi nerewa û neyasayî jî binavkirin.

Ev daxuyaniya Şikarcî piştî wê yekê hat, Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê Nurettin Çanikli ragihandinû, operasyona artêşa Tirkiyê li dijî gerîlayên PKKê li çiyayê Qendîlê bi hevkarî û hevahengiya bi Îranê re tê encamdan.

S. B