3 wezîrên nû di kabîneya Ebdulmehdî de
K24 – Navenda Nûçeyan
3 wezîrên nû di kabîneya Ebdulmehdî de hatin hilbijartin.
Bi egera gengeşeyên siyasî yên Iraqê, ji 8 wezaretên hûn nehatî diyarkirin, 3 wezaretên din bawerî ji Parlementoya Iraqê wergirtin.
Di civîna Meclisa Nûnerên Iraqê ya îroyîn de, ji bo Wezareta Xwendina Bilind Kusay es Suheyl, Wezareta Çandî Elî Ebdulemîr Hemdanî û Wezareta Plandanê Nuri Duleymî hatin hilbijartin.
Berî niha ji 22 wezaretên kabîneya Ebdulmehdî, 14 wezîr bawerî wergirtibûn, bi hilbijartina 3 wezîrên din, niha di kabîneyê de 17 wezîran bawerî wergirtin e û hîn 5 wezîr nehatine hilbijartin.
C.B