Parêzerên Demîrtaş: Dibe Demîrtaş serbest were berdan

Li gorî ragihandina parêzerên Demîrtaş; di derbarê wî de bi qasî 100 dosye hatine vekirin û piştî girtina îfadeyan, Demîrtaş yek bi yek ji van dosyeyan beraat dike.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahadîn Demîrtaş dê di 7'ê Berfanbarê de ji ber doza ku 13 meh in girtî ye, were dadgehkirin. Li gorî ragihandina parêzerên Demîrtaş; di derbarê wî de bi qasî 100 dosye hatine vekirin û piştî girtina îfadeyan, Demîrtaş yek bi yek ji van dosyeyan beraat dike. Parêzerên Hevserokê HDP'ê Selahadîn Demîrtaş dibêjin ku heger vîna siyasî nekeve pêşiya dadger û dozgeran, dibe ku Demîrtaş di 7'ê Berfanbarê de serbest were berdan.

7'ê Rêbendana 2017'an, roja dadgehkirina Hevserokê HDP'ê Selahadîn Demîrtaş a sedema girtina wî ye. Yek ji Parêzerên Demîrtaş Cebar Leygara, li ser dosyeya Demîrtaş a ku bi endamtiya rêxistina neyasayî tê tometbarkirin û ji ber vê dosyeyê 13 meh in bi awayekî girtî tê darizandin got ku; tu delîlên ku Demîrtaş endamê rêxistinê ye, nehatine dîtin, lewra dibe ku di 7'ê Berfanbarê de serbest were berdan.

Cebar Leygara ji K24ê re jî got: "Li gorî giraniya siyasetê, dadgeh jî ditirsin. Lewra rejîmeke awarte heye. Li gorî vê rejîmê dadger û dozger hema êvarekê dikarin ji kar bên avêtin. Loma ew jî ditirsin. Di 7'ê Rêbendanê de doza Demîrtaş heye. Li gorî tevgerên dozger û qaîdeyên hiqûqê yên adilane; ez bawer dikim ku dê Demîrtaş serbest were berdan."

Darizandina  Hevserokê HDP'ê Selahadîn Demîrtaş dê li Dadgeha Enqereyê were kirin. Rêxistina HDP'a Diyarbekirê jî ji bo 7'ê Berfanbarê, banga xwedîderketina li Demîrtaş û parlementerên girtî yên HDP'ê kir. Hevserokê HDP'a Diyarbekirê Şerîf Camci jî got ku bi milyonan dengdêrên HDP'ê hene û rewşa Selahadîn Demîrtaş di dilên wan dengdêran de dibe sedema dilşikestinên mayînde.

Şerîf Camci dibêje: "Ev rê, ne ji bo Gelê Kurd, ne ji bo Gelê Tirk ne jî ji bo gelên Rojhilata Navîn ne rêyeke çareseriyê ye. Ev girtinên parlementeran pirsgirêkan girantir dikin. HDP'ê ji 6 milyonan zêdetir deng girtine. Heger hûn rabin û hevserokên vê partiyê derdest bikin, ev ne rê ye."

Li gorî ragihandina parêzerên Selahadîn Demîrtaş; doza wî ji nav dosyeyan tenê li ser dosyeyeke taybet hatiye xitimandin û naveroka wê dosyeyê jî tometa endamtiya rêxistina neyasayî ye. Selahadîn Demîrtaş ji 4'ê Mijdara 2016'an de hatibû girtin û ji salekê zêdetir e; bi giştî 9 parlementer û bi hezaran siyasetmedarên HDP'ê girtî ne.