Yildirim: Li Tirkiye pirsa Kurd nîn e, pirsa PKK heye
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim tekez dike li Tirkiyeyê pirsa kurdî nemaye û tenê pirsa PKKyê heye.
Bînalî Yildirim ji televîzyoneke taybet a Tirkiyeyê re axifî û careke din got li Tirkiyeyê pirsa kurdî nîne û tenê pirsa PKKyê heye. Dema pirsa PKKyê were çareserkirin dê pirsa kurdî jî pê re çareser dibe. Pirsa kurdî bi rêjeyek mezin hatiye çareserkirin û divê niha pêwendiya welatiyên kurd û PKKyê were qut kirin. Bînalî Yildirim herwiha amaje kir ko ew dê demeke nêzik de Rewşa Awarteyê jî rakin.
C.B