Îran kunsulxaneya xwe li Besra vekir

Balyozxaneya Îran li Bexdayê, dubare kunsulxaneya welatê xwe li bajarê Besra yê başûrê Iraqê vekir, ku berî çend rojan ji aliyê xwepêşanderan ve hatibû şewitandin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Balyozxaneya Îran li Bexdayê, dubare kunsulxaneya welatê xwe li bajarê Besra yê başûrê Iraqê vekir, ku berî çend rojan ji aliyê xwepêşanderan ve hatibû şewitandin.

Balyozê Îranê li Iraqê (Îrec Mescidî), di dema vekirina kunsulxaneya welatê xwe de li Besrayê got: Êrîşa li ser kunsulxaneya me bandore li pêwendiyên di navbera herdu welatan de nake, ji ber ku dijminên me yên hevbeş hene û dixwazin pêwendiyên me têk bidin, em naxwazin kunsulxaneya me, rojekê jî, ji pêşkêşkirina xizmetkariyan raweste.

Îrec Mescidî diyar kir, ku ew ti aliyekî destnîşankirî bi şewitandina kunsulxaneyê Îranî li Besra tometbar nakin, lê ji erkê berpirsên Iraqê ye ew kesên êrîş kirine destnîşan bikin, ewên êrîş kirine ti pêwendiya wan bi gelê Iraqê yê dostê Îranê re tine ye.

Mescidî zelal kir, ku ti pêwendiya Îranê bi nebûna avê re li Besra tine ye û got: Navçe bi giştî rastî kirîza zuhabûnê hatiye û li navçeyên başûrê Îranê jî heman kêşe heye.

Ji aliyê xwe ve, parêzgarê Besra (Es'ed Îdanî) ragihand, ku vekirina kunsulxaneya Îranê bi vî awayê lezgîn, nîşana pêwendiyên bihêz ên di nav Iraq û Îranê de ye.

N.O