Tirkiyê Pêvajoyeke nû, berî referendumê pêwîst e

Pêvajoyeke nû, berî referendumê pêwîst e
Serokê Yekîtiya Rojnamevanên Mezopotamya Cemîl Aydogan

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji aliyê Cemîl Aydogan

Li gor rapirsînên hatine kirin, di referenduma guherînên Destûrê de, di bîngeha Partiya Tevgera Neteweperwer (MHP) de, di derdora ji sedî 80yan dikarin dengê – Na! bikarbînin. Ji bo pêşîgirtina vê valahiyê, di destê birêz Serokomar de bijardeyên berçav hene.

Biqasî ji sedî 80-90 ê gelê Kurd, dijî tundûtûjiyê, di gel parastina yekxakiya welat de, di rewşek aştiyane û demokrat de, ku bikaribe ziman, nasname û çand a xwe azadane bikaribe bîne ziman, xwedî hestek erênî ye. Birêz Serokomar, ez jî di nav de ji 24 bajarên Kurdan,bi  250 rêvebirên qenaetî, civatî komek dirust kiriye. Bi hevdîtina bi komên 50 kesî re, bi saetan pêşniyarên van kesayetiyan  ji  bo çareseriya demokratîk ji bo herêmê guhdarî dike. Li gor agahdariyên min wergirtî, hevdîtina bi gruba sêyem re jî hatiye pêkanîn.

Ger Serokomar di demek nêzîk de bi grubên çaran û pêncan re jî bicive, berî referendumê daxwazên demokratîk ên gelê Kurd guhdar bike, li gor rastiya civatî, aborî ya Tirkiyê peyama nêzîkahiyê û pêkanîna van daxwazan bide, di nexşeya coxrafya Kurd de rûpelek nû dikare bête vekirin.

Gelê me yê herêmê, ku bawer nake bi rêya tundûtûjiyê encamekê bidest bixe, dikare bi awayek berfereh û bibawer di vê rewş û pêvajoya nû de cîh bigire. Alternatifek weha dikare hêzê bide rewşenbîr, demokrat û gelê Kurd bi xwe. Bi vî awayî, daxwaza referendum dikare bi zêdebûnek berfereh bête pejirandin.