Rûsya ji Şamê dixwaze ku danûstandinan li gel Kurdan bike

Berî niha Rûsya Amerîka tometbar kiribû, ku piştevaniya hin Kurdan dike ku dixwazin Sûryê parçe bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê Rûsya Sergey Lavrov di kongirekî rojnamevanî de derbarê rewşa Efrînê, daxwaz ji Hikûmeta Sûryê kir, ku danûstandinên vekirî li gel Kurdan li bakurê Sûryê destpê bike.

Lavrov tekez kir, ku heya yekîtiya axa Sûryê were parastin, pêwîst e tevahiya alî û welatên pêwendîdar, bi riya Şamê gotûbêjan bikin.

Berî niha jî çendîn car welatê Rûsya pêşinyara destûreke nû ji Sûrya re kiribû, ku têde mafên Kurdan di çarçoveya yekîtiya sînorên Sûryê de werin parastin, lê di heman demê de wezîrê derve yê Rûsya di gellek kongirên rojnamevanî de, dubare rexne li Amerîka kir, ku bi meşandina siyaset û ecindeyên xwe yên taybet dixwaze Sûrya dabeş bike û di wê çarçoveyê de, Amerîka tometbar kiribû, ku piştevaniya hin Kurdan dike ku dixwazin Sûryê parçe bikin.

N.O