"Di nav 10 salan de ji 2 milyonan zêdetir zarok di şer û pevçûnan de

Di 20'ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanî de saziyên sivîl ên Bakurê Kurdistanê didin zanîn ku di sala 2016'an de 56 zarok ji ber ku di karên giran de xebitîne, jiyana xwe ji dest dane û di derbarê van bûyeran de jî pişkinîna dewletê qels e.
kurdistan24.net

 

K24 - Diyarbekir

Di 20'ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanî de saziyên sivîl ên Bakurê Kurdistanê didin zanîn ku di sala 2016'an de 56 zarok ji ber ku di karên giran de xebitîne, jiyana xwe ji dest dane û di derbarê van bûyeran de jî pişkinîna dewletê qels e.

20'ê Mijdarê, di sala 1989'an de ji aliyê Neteweyên Yekgirtî ve wekî Roja Mafên Zarokan bi peymanekê hatiye qebûlkirin. Ev peyman di sala 1995'an de jî ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye pejirandin lê Tirkiyeyê li ser çand xalên peymanê dûreperêz nîşan daye ku ev xal jî xalên perwerdeyê, zimanê dayîkê û azadiya ramanê ne. Saziyên Sivîl ên Bakûrê Kurdistanê jî di derbarê binpêkirinên mafên zarokan ên li Tirkiyeyê de daxuyanî da çapemeniyê. Aktivîsta Parastina Mafên Zarokan Fatma Bûdak jî amaje dike ku li Tirkiyeyê di gelek qadan de zarok rastî pêkutiyê tên.

Fatma Bûdak ji K24ê re wiha axivî: "Şerê ku li cîhanê û bi teybetî jî li ser axa Kurdistanê didome bandoreke xirap li zarokan dike. Zarok ji mafê perwerde û tendirustiyê bêpar dimînin. Gelek zarok du temenê xwe yê biçuk de dixebitin û jiyana xwe ji dest didin. Gelek zarok di temenê biçuk de tên zewicandin. Dewlet jî pitşgiriya vê rewşê dike."

Daneyên 2016'an didin zanîn ku 56 zarok dema ku di karên giran de dixebitîne, jiyana xwe ji dest dane. Di derbarê vê yekê de Mizgîn Yavûz ku mamosteya zarokan e, wisa amaje dike ku; sedema van bûyeran ew e ku dewlet li hember xebitandina zarokan çavên xwe digire.

Mamoste Mizgîn Yavûz dibêje: "Zarokên Kurd di warê perwerdeyê de rastî pêkutiyê tên. Zarokên Kurd heta 6 saliya xwe bi Kurdî diaxivin û paşê ji nişka ve neçar dimînin ku fêrî zimanekî din bibin. Temenê 6'an di jiyana mirovan de gelek girîng e û zarokên Kurdan di vî temenî de rastî tevliheviyeke wiha tên. Ev yek bandorê li hemû jiyana wan dike."

Li gorî daneyên Neteweyên Yekgirtî, di nav 10 salên dawîn de ji 2 milyonan zêdetir zarok di şer û pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane, 6 milyon zarok birîndar bûne û her wiha milyonek zarok jî sêwî mane. Ev yek jî nîşan dide ku yên ku herî zêde ji şer û pevçûnan mexdûr dibin, zarok bixwe ne.