Amerîka rê li ber xewna Erdogan li Rojavayê Kurdistanê digire

Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka James Mattis aşkere kir, hêzên welatê wî li bakurê Sûriyê hejmarek ji xalên çavdêriyê ji bo rêgirtina li rûbirûbûna artêşa Tirkiyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) datîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka James Mattis aşkere kir, hêzên welatê wî li bakurê Sûriyê hejmarek ji xalên çavdêriyê ji bo rêgirtina li rûbirûbûna artêşa Tirkiyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) datîne.

James Mattis got: “Em hejmarek ji xalên çavdêriyê li hin navçeyên bakurê Sûriyê li ser sînorê Tirkiyê datînin.” Herwiha got: “Armanca me ji danîna wan xalên çavdêriyê ew e, ji bo rê li rûbirûbûna HSD û artêşa Tirkiyê were girtin.”

Li gor Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka, rûbirûbûna wan her du hêzan, dê bandorê li ser şerê li dijî DAIŞê bike.

Tekez kir jî, Amerîka her metirsiyekê li ser ewlehiya Tirkiyê nahêle û got, ji bo wê mebestê dê pêwendî di sînor re bi hêzên Tirkiyê re hebe.

James Mattis amaje bi wê jî kir, pêwîstî bi belavkirina ti hêzeke din li navçê tune ye. Lê dema danîna wan xalên çavdêriyê jî diyar nekir.

Ev daxuyaniya Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka di demekê de ye, Enqere bi berdewamî gefên êrîşeke leşkerî li dijî HSDê li rojhilatê Firatî dixwe û dilgiraniya xwe ji hevkarî û hevahengiya di navbera Amerîka HSDê nîşan dide.

 

S. B