HUDAPAR û HDP ji bo hilbijartinê dê werin cem hev an na?

Piştî ku 5 partî û rêxistinên Kurdistanî yên Bakurê Kurdistanê, ji bo Hilbijartinên 24’ê Hezîranê Tifaqa Kurdistanî ragihandin, ketin nava hewildanê ku vê tifaqê berfireh bikin û li gel HDP û HUDAPARê hevdîtin pêk anîn. Niha jî nîqaş li ser wê yeke tê kirin ku gelo dê HUDAPAR û HDP ji bo hilbijartinê werin cem hev an na ?
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Piştî ku 5 partî û rêxistinên Kurdistanî yên Bakurê Kurdistanê, ji bo Hilbijartinên 24’ê Hezîranê Tifaqa Kurdistanî ragihandin, ketin nava hewildanê ku vê tifaqê berfireh bikin û li gel HDP û HUDAPARê hevdîtin pêk anîn. Niha jî nîqaş li ser wê yeke tê kirin ku gelo dê HUDAPAR û HDP ji bo hilbijartinê werin cem hev an na ?

Li Diyarbekirê 2’yê Gulanê ji aliyê 5 partî û rêxistinên Kurdistanî ve ji bo hilbijartinên 24’ê Hezîranê Tifaqa Kurdistanî hat avakirin. Tifaqa Kurdistanî jî hewil dide ku tifaqê bi beşdariya HDP û HUDAPAR’ê berfirehtir bike û li gel HDP û HUDAPAR’ê jî hevdîtin hatin pêkanîn. Di derbarê tifaqeke ku HDP û HUDAPAR jî tê de bin de Serokê HUDAPAR’ê ya Şaxa Diyarbekir Metîn Kaya amaje kir ku wan xwestiye ku li gel HDP’ê bicivin.

Metîn Kaya li ser vê pirsê jî ji K24ê re wiha axivî:“Di nava kurdan de çandeke qedîme ku yek deste xwe li deriye me bide divê em deriye xwe vekin. Me çend roj berê daxwaza hevdîtinê ji Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê re rêkir. Lê HDP’ê heta niha bersiva me nedaye. Em wek prensîb vê helwesta xwe diparêzin kul i gel HDP’ê hevdîtinekê pêk bînin. Pêwîste ku HDP bersiva me bide”

Di derbarê beşdariya tifaqeke ku HUDAPAR jî tê de be de her çiqas ji HDP’ê daxuyaniyeke fermî nehatibe ragihandin jî yek ji bernamzetên HDP’ê yê Diyarbekirê û Akademîsyenê Beşa Îlahiyatê yê Zankoya Dîcleyê Nurettîn Tûrgay tîne zimên ku tifaqa Kurdistanî çiqasî berfireh be dê ewqas jî baş be.

Nûrettîn Tûrgay dibêje: “Daime me ber hev daye û gotine ev Elewî ne û ev Sunî ne û hevdu kuştine. Gotine ev Êzidî ne û ev Sunî ne hevdu kuştine. Îro Elewî, Êzidî kî bin, divê Kurd Sunî li cem hev rûnin xwe temsîl bikin û xwe îfade bikin. Qewmên din gişt xwe temsîl dikin û xwe îfade dikin, ev heq û hiqûq ji Kurdan re jî tune ye? Heye.”

Piştî ku partiyên Kurdistanî Tifaqa Kurdistanî ava kirin ev yek ji aliyê raya giştî ya Bakurê Kurdistanê ve bi erênî hat pêşwazîkirin û niha jî yek ji mijarên balkêş ê vê Tifaqê jî helwesta HDP û HUDAPARÊ ye ku gelo dê werin cem hev an na ? Ev yek jî dê di hefteya pêşî de kêm zêde zelal bibe.