Asayişa Rojava xortên Dêrikê bi zorê dibe leşkeriyê

Asayişa li bajarê Dêrika Rojavayê Kurdistanê êrîşê çend gundên ser bi Dêrkê ve kir û hejmarek ji xoratan bo leşkeriyê binçav kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Asayişa li bajarê Dêrika Rojavayê Kurdistanê êrîşê çend gundên ser bi Dêrkê ve kir û hejmarek ji xoratan bo leşkeriyê binçav kirin.

Asayişa li Dêrikê şeva borî êrîşî herdu gundên Elî Gamêşa Biçûk û Elî Gamêşa Mezin kir û bi dehan xort ji bo leşkeriyê ji wan herdu gundan binçav kirin.

Li gor rûniştvanên wan gundan, di dema êrîşa asayşê li ser gundê wan xelk li dijî wan derketin û razî nebûn ku kurên wan bo leşkeriya bi zorê werin birin û alozî di navbera wan de derket, lê asayşê bi zorê xort birin.

Berî du rojan jî asayşa li Dêrikê êrîşî gundê Girkê Dijwêr kiribû û hejmarek ji xoratin girtibûn.

Rêveberiya Xweser qanûnek derxistiye ku li gorî wê qanûnê, divê her kes çekdariyê bike, yên ku jî nexwazin, bi zorê dibin leşkeriyê.

Ev yek ji aliyê xelkê Rojavayê Kurdistanê û ENKSê ve rastî nerazîbûnê tê, ku PYDê tuhmetbar dikin ku ji Rojavayê Kurdistanê ji xortan vala kiriye.